Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
Medya dewletê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê êriş bir ser Nabatiye û Sidonê, di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Medya dewletê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê êriş bir ser Nabatiye û Sidonê, di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Medya dewletê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li başûrê welêt de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fermî ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê, li herêma Nabatiyeyê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di êrişa li ser bajarokê Adlounê de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû.
Her wiha di êrişa li apartmaneke li Kampa Mieh Miehê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.